Peyama Ocalan a ji bo çareseriyê: Pêwîstiya me bi qanûneke aştiyê ya xweser heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re, di daxuyaniyekê de diyar kir, Ocalan di hevdîtinê de peyamên zelal dan û tekez kir ku ji bo bidawîkirina şîdeta siyasî, pêwîstî bi "qanûneke aştiyê ya xweser" heye.
Hevdîtin duh 2ê Berçile li Girtîgeha Îmraliyê pêk hat û çar saetan dewam kir. Şandeya ku ji Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk dihat, peyamên Ocalan ji raya giştî re parve kirin.
Li daxuyaniyê, Ocalan hewldan û gotinên dawî yên li dijî pêvajoya çareseriyê wekî "sabotaj" nirxand û bal kişand ser "mekanîka darbeyê". Herwiha diyar kir, ev ne darbeyeke klasîk e, lê hewldanek e ji bo têkbirina pêngavên pêşxistina pêvajoyê. Ocalan got: "Di roja me ya îro de ev derdor, hilgiriya van hêzên derveyî normê dikin û wekî şêwazeke darbeyê dixebitin ku sedsala dawî ya Tirkiyeyê teşe kiriye."
Ocalan ji bo çareseriya bingehîn nêrîna xwe wiha anî ziman: "Di pêvajoya demkî ya em tê de ne, bi pêkanîna qanûneke aştiyê ya xweser û li ser esasê hiqûqa yekpare, dê diyardeya tundiya siyasî û mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve." Wî ev pêngav wekî "qanûna veguhêz a sedsala aştiyê" pênase kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Ocalan bang li hemû derdorên siyasî û civakî kir ku bi helwesteke durist nêzîkî pirsgirêkan bibin û bibin nîvekarê çareseriya demokratîk. Herwiha tekez kir, ev pêvajo tê wateya beşdariya Kurdan di komarê de bi rêya hiqûqê û avakirina komareke demokratîk a berfireh.
Di dawiyê de Ocalan peyama xwe ya sereke dubare kir: "Ez dixwazim bêjim ku em xwediyê îrade û biryareke xurt a pêşxistina pêvajoyê ne."
