Michael Rigas: Em dixwazin veberhênana Amerîkayê li Kurdistanê zêdetir pêş bixin

Mesrûr Barzanî û Michael Rigas
Mesrûr Barzanî û Michael Rigas

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê re civiya û pê re li ser hin mijarên girîng axivî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 3ê Berçileya 2025ê) bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Michael Rigas re civiya.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê amaje da girîngiya têkiliyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û got ku, vekirina Konsulxaneya nû ya Amerîkayê li Hewlêrê nîşana pabendbûna welatê wî bi têkiliyên xurt û dostanîniya bi Herêma Kurdistanê re ye. Tekez jî kir ku, ew dixwazin veberhênana Amerîkayê li Kurdistanê zêdetir pêş bixin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştgiriya berdewam a Amerîkayê di qonaxên cuda cuda de kir û amadebûna Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşvebirina têkiliyên dualî di hemî waran de tekez kir.

Herdu aliyan êrîşa terorîstî ya li ser Zeviya Gazê ya Kormorê bi tundtirîn awa şermezar kir.

Rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên Parlemantoya Iraqê û danûstandinên li ser avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê jî di wê civînê de hatin nîqaşkirin.

 
Fly Erbil Advertisment