Wezîrê Perwerdeyê: Bi fermana Mesrûr Barzanî dibistanên ziyandîtî yên Çemçemalê tên nûjenkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, sê biryarên girîng ji bo çareserkirina rewşa dibistanên Çemçemalê hatine dayîn, ku yek ji wan paşxistina ezmûnên werza yekem e.

Wezîrê Perwerdeyê Dr. Alan Heme Seîd îro 11ê Berçileyê bi mebesta şopandina ziyanên lehiyê, ligel şandeke bilind a wezaretê û Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Silêmaniyê serdana qezaya Çemçemalê kir.

Wezîrê Perwerdeyê di konferanseke rojnamevanî de eşkere kir ku piştî civîna ligel Rêveberiya Perwerdeya Çemçemalê, ev sê biryar hatin dayîn:

1. Nûjenkirina Bilez

Dr. Alan Heme Seîd diyar kir, tîmên endazyariyê yên Perwerdeya Giştî ya Silêmaniyê gihiştine Çemçemalê, da ku ziyanên heyî tesbît bikin. Herwiha got: "Li ser fermana Serokwezîr, pereyê pêwîst ketiye ber destê Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Silêmaniyê û ji hefteya bê ve proseya nûjenkirina hemû wan dibistanan dest pê dike."

2. Qerebûkirina Kelûpelan

Hat ragihandin ku hemû ew kelûpel û pêdiviyên perwerdehiyê yên ku di nava dibistanan de ji ber av û lehiyê ji nav çûne, dê di demeke herî zû de ji aliyê wezaretê ve bên dabînkirin, da ku proseya xwendinê raneweste.

3. Paşxistina Ezmûnan

Derbarê çarenivîsa ezmûnên dawiya werza yekem de, Wezîrê Perwerdeyê ronî kir ku nêzîkî 40 dibistanan ziyan dîtine an jî rêyên wan hatine girtin. Ji ber vê yekê, desthilat dane Perwerdeya Giştî ya Silêmaniyê ku xişteya ezmûnên wan dibistanan biguhere û bixe meha Çile, daku xwendekar bi derûniyeke aram biçin nava holên ezmûnan.

Spasiya Mamosteyan 

Wezîrê Perwerdeyê di dawiyê de pesnê rola "qehremanane" ya mamoste û rêveberên dibistanên Çemçemalê da ku bi hevkariya Berevaniya Şaristanî karîne canê xwendekaran ji metirsiya lehiyê biparêzin û got: "Kareke mezin kirine û em wekî hikûmet gelek spasiya wan dikin."