Li 22 parêzgehên Tirkiyeyê 92 endamên DAIŞê hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand, di operasyoneke berfireh de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê, li 22 parêzgehan 92 kes hatine desteserkirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Elî Yerlîkaya îro 11ê Berçileyê li ser hejmara xwe ya tora civakî 'X'ê da zanîn, Hêzên Ewlehiyê bi kordînasyona Serokatiya Dozgeriya Komarê, di nava du hefteyên borî de li 22 parêzgehên cuda operasyon lidar xistine û di encamê de 92 gumanbar hatine girtin.
Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya, ew kesên hatine girtin, "bi komkirina piştevaniya darayî ji bo rêxistina DAIŞê û belavkirina propagandaya rêxistinê li ser torên medyaya civakî" tên tohmetbarkirin.
Operasyon li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk hatine ku ev in:
Edene, Aksaray, Antalya, Bursa, Çanakkale, Çankiri, Diyarbekir, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Kayserî, Kirikkale, Kirşehîr, Kocaeli, Konya, Meletî, Mersîn, Osmaniye, Sêrt, Tekîrdag û Yozgat.
Elî Yerlîkaya di dawiyê de tekez kir, ji bo dabînkirina aramî û ewlehiya li seranserê welat, operasyonên wan ên li dijî rêxistinên "terorî" dê di dirêjahiya salê de berdewam bin.