Îro Roja Alaya Kurdistanê ye: Li seranserê welat bi coş tê pîrozkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 17ê Kanûna Pêşîn, wekî Roja Alaya Kurdistanê li hemû navendên xwendinê, damûdezgehên fermî û ji aliyê welatiyan ve bi rêûresmên taybet tê pîrozkirin.
Bi boneya vê rojê, Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkarên taybet girtine ber xwe. Tevî ku ezmûnên werza yekem li dibistanan birêve diçin, lê bi biryara wezaretê, beriya çûyîna nav holên ezmûnan, demjimêrek ji bo encamdana çalakiyan û bilindragirtina Alaya Kurdistanê hatiye terxankirin.
Dîrok û Yasayîbûna Alayê
Dîroka vê alayê vedigere destpêka sedsala 20an. Di sala 1919an de Dr. Kamûran Bedirxan ev ala wekî Alaya Kurdistanê nîşanî welatên Ewropayê dabû. Herwiha di salên 60î de Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê û piştî sala 1970yî jî revenda Kurdî di boneyan de ev ala bilind kirine. Piştî Raperîna 1991ê jî, ev ala li ser baregeh û damûdezgehên Başûrê Kurdistanê hat hildan.
Parlamentoya Kurdistanê di 11ê Mijdara 1999an de bi Yasaya Jimare 4, yasaya Alaya Herêma Kurdistana Iraqê pesend kir. Herwiha di 19ê Hezîrana 2009an de bi biryara jimare 48, roja 17ê Berçileyê ya her salekê wekî "Roja Alaya Kurdistanê" nasand.
Hilbijartina vê rojê vedigere 17ê Berçileya 1945an, roja ku Alaya Kurdistanê li ser damûdezgehên Komara Kurdistanê (li Mehabadê) hate hildan.
Roja 17ê Berçile wek Roja Ala Kurdistanê hatiye diyarkirin, her sal ev roj bi bilindkirina alê û merasîmên taybet li hemû bajara û bajarokên herçar parçeyên Kurdistanê tê pîrozkirin.
Sembola Cîhanî û Wateya Rengan
Alaya Kurdistanê di şerê dijî terorê de, li ser çeperên Pêşmerge bû sembola berxwedanê û li navendên cîhanî hate naskirin.
Wateya rengên Alaya Kurdistanê wiha ye:
- Sor: Şoreş, xwîna şehîdan, azayî, hêz û wekhevî.
- Zer: Ronahî, hişyar û agir.
- Spî: Aştî, aramî û agirbest.
- Kesk: Keskatî, welat û parastin.