Roja Alaya Kurdistanê li dibistaneke Çemçemalê yê ziyanberketî hat pîrozkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ragihand, ji ber bandora lehiyê, dewama dibistanên li sînorê Çemçemal û Silêmaniyê hatiye rawestandin, lê wan Roja Alayê bi awayekî sembolîk li dibistaneke ziyanberketî pîroz kiriye.

Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro 17ê Berçileyê di konfiranseke rojnamevanî de axivî û Roja Alaya Kurdistanê pîroz kir û derbarê rewşa dibistanên ku ji ber lehiyê ziyan dîtine de zanyarî dan.

Alan Hama Seîd got: "Ji ber bandora lehiyên vê dawiyê, me biryar da ku li wan navendên xwendinê yên ser bi Perwerdeya Çemçemal û Perwerdeya Giştî ya Silêmaniyê ve, dewam bê rawestandin. Ev biryar heta wê demê derbasdar e ku em bikaribin dibistanan nûjen bikin û bixin xizmetê."

Wezîrê Perwerdeyê destnîşan kir, ji bo Roja Alaya Kurdistanê bê pîrozkirin û ev roj wisa derbas nebe, wan bi awayekî sembolîk merasîma hildana alayê li yek ji wan dibistanan lidar xistiye ku ji ber lehiyê ziyaneke zêde gihîştiyê.

Alan Hama Seîd li ser wateya vê rojê got: "Nêzîkî 80 sal berê, ev ala li Meydana Çarçirayê bi amadebûna Pêşewa Qazî Mihemed û Mistefa Barzaniyê Nemir hat hildan û radestî me hat kirin, da ku em nifş li pey nifşî di bin siya wê de xizmeta xelk û xaka xwe bikin."

Derbarê rewşa Çemçemalê û ziyanên lehiyê de, Wezîrê Perwerdeyê piştrastî da rûniştvanên deverê ku ew ê vê rewşê derbas bikin.

Alan Hama Seîd got jî: "Piştî daxuyaniya Serokwezîr û raspardina damûdezgehên hikûmetê, me beriya çend rojan serdana vî sînorî kir û me 8 biryar dan. Xweşbextane di nava şeş rojan de me hemû biryarên xwe cîbicî kirin."