NY: Hêzên Piştgiriya Bilez li Darfûrê zêdetirî 1000 sivîlan kuştine
Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekgirtî (NY) di raporteke nû de aşkere kir, Hêzên Piştgiriya Bilez li Sûdanê komkujiyek pêk anîne û li kampeke penaberan, zêdetirî hezar welatiyên sivîl kuştine.
Ajansa "Reuters" îro 18ê Berçileyê li ser zarê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY Volker Turk hûrgiliyên bûyerê belav kirin û diyar kir, ev bûyer di meha Nîsana borî de qewimiye, dema ku Hêzên Piştgiriya Bilez dest danîne ser kampa "Zemzem" a li herêma Darfûrê.
Volker Turk diyar kir, şêwaza kuştinê hovane bûye û got: "Yek ji sê parên qurbaniyan bi awayekî rasthatinî û bêserûber hatine gulebarankirin."
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan di raporteke 18 rûpelî de hişyarî da û got: "Kuştina bi qesd) a vê hejmara mezin a xelkê sivîl, dibe ku di çarçoveya yasayên navdewletî de wekî tawanên cengê bê pênasekirin."
Kampa Zemzem
Kampa Zemzem dikeve herêma Darfûrê li rojavayê Sûdanê. Beriya êrîşê, nêzîkî nîv milyon awareyên ku ji ber şerê navxweyî reviyabûn, li vê kampê dijiyan. Hêzên Piştgiriya Bilez di navbera rojên 11 heta 13ê Nîsana borî de kontrola kampê kiribûn.