Şanda Îmraliyê serdanên xwe didomîne: Îro bi CHP û EMEPê re dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya proseya nû ya aştiyê de, îro li Enqereyê bi serokên CHP û EMEPê re dicive. Sibê jî dê bi Serokê Parlamento û Wezîrê Dadê re hevdîtinan pêk bîne.
Şanda DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Parêzer Ozgur Erol pêk tê, gera xwe ya hevdîtinan a bi aliyên siyasî û hikûmî re didomîne.
Bernameya Îro
Li gorî plansaziyê, şand îro Duşemê 22ê Berçileyê, demjimêr 12:00ê nîvro bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel re dicive.
Her wiha biryar e ku demjimêr 16:00 jî ligel Serokê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan bicivin.
Bernameya Sibe
Tê çaverêkirin ku şand sibê Sêşemê hevdîtinên xwe bi asteke bilindtir bidomîne. Biryar e endamên şandê bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re bicivin.
"Qonaxa nû, yasayên aştiyê ye"
Endama Şandê Pervîn Buldan pêştir diyar kiribû, ew piştî radestkirina raportan, derbasî qonaxeke nû bûne û armanca wan a sereke derxistina yasayên aştiyê ye. Şandê ragihandiye ku di qonaxa dawî ya hevdîtinan de, ew plan dikin bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re jî bicivin.
Şanda Îmraliyê beriya niha bi Serokê DEVAyê Elî Babacan, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu û Fraksiyona AK Partiyê re civiyabû.