Ozgur Ozel piştî civîna bi Şanda Îmraliyê: Em aştî û demokrasiyê ji bo Tirkiye û Sûriyeyê jî dixwazin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, piştî civîna ligel Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ragihand, ew aştî, biratî û demokrasiyê ne tenê ji bo Tirkiyeyê, lê ji bo Sûriyeyê jî dixwazin.

Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Erol pêk tê, îro 22ê Berçileyê serdana Navenda Giştî ya CHPê kir û bi Ozgur Ozel re civiya.

Ozgur Ozel di daxuyaniya hevbeş de bal kişand ser wan heqaretên ku di stadyûmê de li dijî Leyla Zanayê hatibûn kirin û got: "Em wan heqaretan bi tundî şermezar dikin."

Serokê Giştî yê CHPê li ser rewşa herêmî û got: "Li Tirkiye û Sûriyeyê, ji bo Kurdan û Tirkan, ji bo Durzî, Elewî û Tirkmenan, divê du dewletên li ser bingeha destûrê, demokrasî û aştiyê hebin."

Serokê CHPê tekez kir ku divê li her du aliyên sînor demokrasî hebe û biratiya gelan bi aştî berdewam be.

Buldan: Pirsa Kurd di ser siyasetê re ye

Endama Şanda Îmraliyê Pervîn Buldan jî civîn wekî "berhemdar" pênase kir û got: “Ji ber ku pirsgira Kurd di ser siyasetê re ye û çareserkirina wê berpirsyartiya me tevan e. Bêguman tişta li Tirkiyeyê tê aştî ye. Demekî dirêj şer hebû. Li vê xakê gelek xwîn rijiya. Dayik giriyan, ciwanên me hatin binaxkirin. Ji bo ev tişt êdî neyên jiyîn, divê em tevek jî destê xwe deynin bin kevir.” 

Mîthat Sancar jî civîn wekî mînakeke baş a danûstandin û diyalogê binav kir.

Tê çaverêkirin ku şand sibê ligel Serokê Parlamentoyê û Wezîrê Dadê jî bicive û di plana wan de hevdîtina bi Erdogan re jî heye.