Şanda Îmraliyê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya hewldanên serxistina proseya aştiyê de, bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç û Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş re dicive.
Şanda Îmraliyê ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Fayîk Ozgur Erol pêk tê, îro Sêşemê 23ê Berçileyê gihîşt avahiya Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê û bi Wezîr Yilmaz Tunç re civiya.
Hat ragihandin ku piştî vê civînê, şand dê yekser ber bi avahiya parlamentoyê ve biçe û demjimêr 12:30ê nîvro, ligel Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş bicive.
Ev hevdîtin di demekê de ne ku Komîsyona Aştiyê ya Parlamentoyê mijûlî amadekirina raporteke hevbeş e derbarê proseyê de.
Şanda Îmraliyê duh Duşemê jî bi Serokê CHPê Ozgur Ozel re civiyabû. Endama şandê Pervîn Buldan jî civîn wekî "berhemdar" pênase kiribû û gotibû: "Pirsa Kurd li jorî siyasetê ye. Bi salan xwîn rijiya û dayik giriyan, lewma aştî heqê Tirkiyeyê ye."
Şanda Îmraliyê di rojên borî de zincîreyek hevdîtin bi aliyên cuda yên siyasî re pêk anîbû.