Welatiyekê Bakurê Kurdistanê li hoteleka Silêmaniyê kuştî hat dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji Navenda Rêkxistina Têkiliyên Birêvebiriya Krîzan a Parêzgeha Silêmaniyê eşkere kir ku, vê êvarê (Şemî, 27.12.2025) termê welatiyekê Bakurê Kurdistanê li hoteleka bajarê Silêmaniyê kuştî hat dîtin.
Wê çavkaniyekê amaje da ku, ew li ser hebûna termekî di hundirê Hotela Taca Paşayî de, ku li sûka Silêmaniyê ye, hatin haydarkirin.
Çavkaniya navbirî herwesa got: “Kesê kuştî xelkê Bakurê Kurdistanê ye û sedema wê bûyerê hîn nayê zanîn, lê li ser laşê wî şopên kêran hene.”
Her wê çavkaniyê amaje jî da ku, tîmên polîsan û delîlên tawanan çûne cihê wê bûyerê û vekolan jî hatine destpêkirin.
Li gorî zanyarên destpêkê, jiyê kesê kuştî di ser 25 saliyê de ye. Her çend biryar bû ku polîsên Silêmaniyê piştî vekolanê encamên destpêkê yên wê bûyerê belav kiriban, lê bêyî ku ti zanyarekê eşkere bikin, doza wê bûyerê daye destê Asayîşê.
Asayîşa Silêmaniyê li ser doza kuştina wî welatiyê Bakurê Kurdistanê vekolanan dike û wê bûyerê dişopîne.