Serok Barzanî û Fayeq Zêdan rewşa siyasî ya Iraqê nîqaş kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê kir û pê re rewşa siyasî ya Iraqê nîqaş kir.
Serok Barzanî îro (Şemî, 03.01.2026) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayeq Zêdan kir.
Li gor ragihandina Baregayê Barzanî, her du aliyan di wê hevdîtinê de dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Iraqê û mafên aliyan û hevahengiya pêvajoya siyasî ya Iraqê li hev guhertin.