Berfê rêyên piraniya gundên Rojhilatê Kurdistanê girtine
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî ku 3 roj in li Rojhilatê Kurdistanê barîna berfê bi dawî bûye, lê hîn jî pirsgirêka girtina rêyên di navbera bajaran de û rêyên bi dehan gundan berdewam dike. Welatî ji ber derengketina tîmên şaredariyê bi derfetên xwe rêyan vedikin.
Li parêzgehên Urmiye û Sineyê, bandora pêla berfê ya heftiya borî hîn jî bi giranî li ser jiyana welatiyan berdewam e. Her çend li ser rêyên sereke hatûçûn dest pê kiribe jî, lê metirsiya qeşayê û berfa komkirî rêyan xeternak dike.
Tîmên rêbejayî yên Bukan û Mehabadê li ser rêya "Burhan" a ku her du bajaran bi hev ve girê dide, xebatên paqijkirinê didomînin. Tevî ku wesayît derbas dibin, lê ji ber qeşayê şofêr bi zehmetiyên mezin re rûbirû dimînin û rayedar hişyariyê didin ku hatûçûn li ser wê rêyê hîn jî metirsîdar e.
Li gundê Kepekendê, welatiyekî bi navê Mam Resûl bûye mînaka dilsoziyê. Ew bi şofela xwe ya biçûk û bi daxwaza xwe rêyên gundan paqij dike. Mam Resûl ji Kurdistan24ê re got: "Ez bi xwe hatime ji bo paqijkirina vê rêyê, ne şaredariyê û ne jî saziyên dewletê ti daxwaz ji min nekirine. Ez vî karî wekî erkê ser milê xwe dibînim, ji ber ku xelk nexweş in û divê bigihîjin nexweşxaneyan. Ger rê neyên vekirin, dê xelk di nav vî barî de bimirin."
Li gelek deverên çiyayî, bi dehan gund nêzîkî 10 roj in di bin dorpêça berfê de ne. Welatiyên ku li bajaran asê mane nikarin vegerin malên xwe û yên di gundan de jî nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn dabîn bikin. Karsaz û firoşkarên gerok jî ji ber girtina rêyan nikarin karê xwe bikin. Kurtefiroşê bi navê Ebûbekir Legzî diyar kir ku ji ber girtina rêyên gundan, kar û karsaziya wan bi temamî sekinî ye.
Li gorî amarên ajansa "IRNA" ya Îranê, pêla berfê ya heftiya borî rêya 236 gundan li Urmiyeyê û zêdetirî 400 gundan li parêzgeha Sineyê girtibû. Tevî ku rêveberiyên rêbejayî yên her du parêzgehan radigihînin ku hemû rê hatine vekirin, lê li herêmên çiyayî bi dehan rê hîn jî li ber hatûçûnê girtî ne û welatî li benda alîkariyê ne.