Asayişa Şêx Meqsûd: Komên hikumeta Şamê careke din dest bi êrişan kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) a Helebê ragihand, komên çekdar ên ser bi hikumeta Sûriyeyê ve bi droneke xwekujî êrişî taxa Şiqeyif kir. Di heman demê de bi tankan derdroa eniya Kastelo û derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê topbaran dikin. Herwiha ji ber êrişan nexweşxaneyek li Eşrefiyê ji xizmetê derket. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê îro 7ê Çileyê der barê êrişên dawî yên komên çekdar ên girêdayî "Hikumeta Demkî" de agahiyên nû parve kirin. Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariyê de hat destnîşankirin ku ew rewşa meydanî bi hûrgulî dişopînin û ji bo parastina niştecihên taxê di amadebaşiyê de ne.

Êrişên bi dronên xwekuj û tankan

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariyê, komên çekdar bi droneke xwekujî taxa Şiqeyif bombebaran kirine. Di heman demê de, wan koman bi tankan derdora eniya Kastelo û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dane ber topan. 

Di daxuyaniyên de hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê di çarçoveya parastina rewa de bersiv dane jêderên topbaranê.

Nexweşxaneya Osman li Eşrefiyê ji xizmetê derket

Li gorî agahiyên herî dawî jî, komên çekdar rasterast Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyê topbaran kirin. Di encama vê êrişê de ziyaneke mezin gihîşt avahiya nexweşxaneyê û ji xizmetê derket. Ev yek di demekê de ye ku ji ber zêdebûna hejmara birîndaran, pêdiviya taxê bi navendên tenduristiyê zêdetir bûye.

Bîlanoya giran: 4 şehîd û 38 birîndar

Êrişên ku qadên niştecihbûnê yên taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd kirin armanc, bîlanoyeke giran li dû xwe hişt. Di encama bombebarana giran de, ji duh û heta niha 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 38 kesên din jî birîndar bûne. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên li taxê.

Banga MSD’ê ji bo agirbestê

Li aliyê din, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî derbarê êrişan de daxuyaniyek weşand, êriş û ambargoya li ser taxan bi tundî şermezar kir û diyar kir ku "Hikumeta Demkî" di aliyê siyasî û exlaqî de berpirsê van binpêkirinan e. MSD’ê destnîşan kir ku ev êriş derfetên serxistina peymanên siyasî lawaz dikin û banga agirbesteke demildest û vegera li diyalogê kir.

Taxên Kurdnişîn ên Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi hezaran sivîl lê dijîn, ku ji 22ê Berçileya 2025an ve di bin dorpêçeke tund a komên çekdar de ye, duh careke din rastî êrîşan hat.