Ilham Ehemd: Êrişên li ser Helebê li dijî hebûna Kurdan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser hişyarî da ku Hikumeta Demkî li dijî sivîlên Kurd ên li Helebê dest bi "şerê tunekirinê" kiriye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî hemû hewildanên diyalogê, aliyê din şer û dorpêçê hildibijêre.
Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed têkildarî êrişên dawî yên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa metirsîdar a sivîlan û banga vegera li "aqil û mantiqê" hat kirin.
‘Li dijî Kurdan şerê tunekirinê ye’
Ilham Ehmed destnîşan kir, Wezareta Berevaniyê ya Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê li dijî taxên ku bi deh hezaran sivîl lê dijîn, şer ragihandiye û got: "Ev kiryar şerekî tunekirinê ye li dijî Kurdên ku berê jî zilm û zor ji rejîmê dîtine. Piraniya şêniyên van taxan kurdên Efrînê ne, yên ku bi zorê ji xaka xwe hatine koçberkirin."
‘Hikumeta Demkî diyalogê red dike’
Ilham Ehmed aşkere kir, tevî dorpêça giran a li ser her du taxan jî, aliyê Kurdî li gorî "Peymana 1ê Nîsanê" tevgeriyaye, lê Hikumeta Demkî peyman binpê kiriye.
Berpirsa Rêveberiya Xweser diyar kir jî, wan gelek hewl dane ku bi riya hevdîtinan çareseriyekê bibînin, lê Wezareta Berevaniyê ya Hikumeta Demkî heta niha diyalog red kiriye.
Banga li berpirsan û ciwanên Sûriyeyî
Ilham Ehmed bang li berpirsên hikumetê kir ku berpirsyariya xwe bînin cih û li şûna şer û pevçûnan, riya diyalogê bişopînin û got: "Êdî bes e ku Sûrî ji ber şer û malwêraniyê dinalin. Em bang li ciwanên Sûrî dikin ku ji van rêyên tundûtûjiyê dûr bikevin, dengê heqiyê bilind bikin û şer red bikin."
Rewşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê
Her du taxên kurdnişîn ên Helebê (Şêxmeqsûd û Eşrefiye) ku piraniya wan Kurd in, ev çend roj in ji aliyê komên çekdar ên Hikumeta Demkî ve hatine dorpêçkirin û bi awayekî bêserûber têne topbarankirin.
Di pêngava herî dawî de jî, Artêşa Sûriyeyê îro ragiahnd, “hemû cih û xalên leşkerî yên HSD’ê yên di hundirê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de, ji bo me wekî 'armancên leşkerî yên rewa' ne.”