Rêveberiya Xweser: HSD li Şêx Meqsûd tune ye.. Hikumeta Demkî diyalogê red dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser, daxuyaniya "Hikumeta Demkî" ya ku taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê wekî armancên leşkerî nîşan dide, şermezar kir û destnîşan kir ku hêzên HSD’ê li van taxan tune ne. Herwiha got, Wezareta Parastinê ya Hikumeta Demkî hemû rêyên diyalogê girtine.
Rêveberiya Xweser îro 7ê Çileyê têkildarî gefên nû yên hêzên "Hikumeta Demkî" yên li dijî taxên Kurdan ên Helebê daxuyaniyeke weşand. Rêveberiyê hişyarî da ku armancgirtina van taxan binpêkirineke giran a qanûnên navneteweyî ye.
‘Taxên sivîlan in, HSD lê tune ye’
Rêveberiya Xweser îdiayên Hikumeta Demkî yên ku van taxan wekî "armancên leşkerî yên rewa" binav dike, red kirin û wiha got:
"Em bi aşkera radigihînin ku HSD li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tune ye. Ev tax deverên niştecihbûnê ne û bi dehhezaran sivîl lê dijîn. Piraniya şêniyan Kurd in û hejmareke mezin ji wan koçberên Efrînê ne ku bi darê zorê ji warên xwe hatine derxistin."
‘Hikumeta Demkî di zimanê şer de bi israr e’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, aliyê Kurdî bi peymana 1’ê Nîsanê ve girêdayî maye, lê Hikumeta Demkî dorpêç û rageşî zêde kirine. Rêveberiyê eşkere kir ku tevî hewldanên wan ên dubare ji bo vekirina rêyên diyalogê, Wezareta Berevaniyê ya Hikumeta Demkî her carê diyalog red kiriye û li ser zimanê gef û şer israr kiriye.
Banga li berpirsan û ciwanên Sûriyeyî
Rêveberiya Xweser bang li berpirsên Hikumeta Demkî kir ku vegerin ser "riya hiş û mentiqê" û diyalogê wekî rêya yekane ya çareseriyê bikar bînin. Herwiha bang li ciwanên Sûrî hat kirin ku dûrî mentiqa çek û şer bikevin û nirxên jiyana hevbeş û biratiyê biparêzin.
Çareseriya siyasî û Sûriyeya nenavendî
Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ji bo şêniyê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ragihand û helwesta xwe ya ji bo çareseriyeke siyasî dubare kir: "Em pabendî çareseriya siyasî û avakirina Sûriyeyeke yekbûyî, demokratîk û nenavendî ne, ku maf û rûmeta hemû pêkhateyan garantî bike."