Serok Barzanî sersaxiyê ji malbata Lawko Mamend Mesîh re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî îro (Şemî, 10.01.2026) ji ber wexera dawiyê ya hevalê Barzaniyê Nemir û Pêşmergeyê her du Şoreşên Îlon û Gulanê Lawko Mamend Mesîh peyameka behîdariyê belav kir û tê de sersaxî ji malbata wî re xwest.
Peyama Serok Barzanî:
Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan
Bi xemgîniyeka mezin nûçeya wexera dawiyê ya Pêşmergeyê Komara Kurdistanê û hevalê Barzaniyê Nemir û Pêşmergeyê her du Şoreşên Îlon û Gulanê Lawko Mamend Mesîh gihîşt min, ku jiyê xwe yê pirî serbilindî ji bo şoreş û xebat û têkoşana gelê xwe terxan kir.
Ez sersaxiyê ji malbata têkoşer û kesûkarên rêzdar ên Xudêjêrazî Lawko Mamend Mesîh û heval û hevçeprên wî re dixwazim û xwe hevparê xema wan dibînim. Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî bi behişta mezin şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.
Mesûd Barzanî
10.01.2026