Ocalan: Eger pêvajoya aştiyê biser nekeve, metirsiya kûdetayê heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Tirkiyeyê bi fermî girtekên hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ku li Girava Îmraliyê pêk hatibû, weşand. Ocalan di hevdîtinê de diyar kiriye ku ew li dijî fîderasyon û dewleta serbixwe ye û modela "Demokrasiya Xwecihî" wekî çareserî pêşniyar dike.
Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê îro 23ê Çileyê, piştî du mehan, girtekên hevdîtina şandeya "Komîsyona Pêvajoya Aştiyê" ya bi Abdullah Ocalan re belav kirin. Di şandeyê de ku 24ê Mijdara 2025an çûbû Îmraliyê, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê AK Partiyê Huseyîn Yaman û Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz cih girtibûn.
Modela çareseriyê: "Demokrasiya Xwecihî"
Li gorî girtekan, Abdullah Ocalan di hevdîtinê de destnîşan kiriye, ew ne li pey "dewleteke serbixwe, fîderasyon an jî otonomiyê" ye. Ocalan wekî modela çareseriyê bal kişandiye ser "Demokrasiya Xwecihî" û gotiye: "Tiştê ku ez ji bo Tirkiyeyê dixwazim, ez ji bo Sûriyeyê jî dixwazim; ew jî demokrasiya xwecihî ye, ne fîderasyon e."
Ocalan derbarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de jî diyar kiriye, eger derfet bê dayîn ew dikare peywendiyê bi wan re deyne û wiha domandiye: "Ez bawer dikim ku ew ê guh bidin min, lê divê mafê hemû pêkhateyan (Kurd, Ereb, Turkmen û yên din) bê parastin."
Mijareke herî balkêş a girtekan, hişyariya Ocalan a li ser xetereya darbeyê ye. Ocalan pesnê helwest Serokê MHPê Devlet Bahçeli daye, lê hişyarî daye ku eger ev pêvajo bi ser nekeve, dê "mekanîzmaya darbeyê" bikeve dewrê. Ocalan gotiye: "Wekî di rabirdûyê de, her carê ku hewldana çareseriyê hatibe kirin, darbeyek li pey hatiye."
Ocalan herwiha gotiye: "Eger şert û merc bên amadekirin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez vê pêvajoyê ber bi çareseriyê ve bibim. Divê têgeha 'şerê Kurd û Tirkan' bi dawî bibe, ji ber ku ev her du netewe bêyî hev nikarin li Rojhilata Navîn bimînin."
Pirsên Herêmî: Îran û Îsraîl
Ocalan di hevdîtinê de bal kişandiye ser rewşa herêmî jî:
- Ji bo Îranê: Diyar kiriye ku divê Tehran mafên dêmokratîk ên Kurd û Azeriyan bide û sêdaranê rawestîne.
- Ji bo Îsraîlê: Gotiye ku Îsraîl bêyî Kurdan nikare serdestiya xwe pêk bîne, lê ew bi xwe li dijî siyaseta Îsraîlê ye û rola dewleta Tirkiyeyê ji bo hevsengiya herêmî girîng dibîne.
Mijara Çekberdanê
Şandeya Meclîsê daxwaza gava pratîkî ji bo çekberdanê kiriye. Ocalan di bersiva xwe de gotiye ku divê beriya çekberdanê "zemîna zihnî û hiqûqî" bê amadekirin. Ocalan destnîşan kiriye ku ger peyama wî bigihe Qendîlê, ew ê li ber çavan bigirin û gotiye: "Em dikarin çekan ji bo her carê ji rojeva Tirkiyeyê derxin."
Hêjayî gotinê ye ku kurteya van girtekan di 4ê Kanûna 2025an de di Komîsyona Meclîsê de hatibû xwendin, lê îro wekî deqeke tam ji raya giştî re hat parvekirin.