Serok Barzanî û Tom Barrack bi rêya telefonê axivîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack peywedniyeka telefonî ya girîng û biberhem bi Serok Barzanî re kir.

Di wê peywendiyê de, her du aliyan bi berfirehî rewşa Sûriyeyê û pêşketinên ewlehiyê nîqaş kirin û tekezî li ser pêdivîtiya parastina agirbestê û berdewambûna pêvajoya gihandina alîkariyên mirovî ji bo qurbaniyan kir, bi taybetî ji bo bajarê Kobaniyê ku niha pêdivîtiyeka zêde bi alîkariyên navneteweyî heye.

Balyozê Amerîkayê di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê amaje da ku, parastina tenahiyê li Sûriyeyê û pêşîgirtina li têkçûna rewşa mirovî ji karên sereke ye. Herwesa di tewerê duyê yê wê peywendiyê de jî, wan behsa rewşa siyasî ya Iraqê kir û Tom Barrack helwesta fermî ya welatê xwe ji bo Serok Barzanî tekez kir.

Tom Barrack tekez jî kir: Hikûmetek ku di bin hejmona Îranê ve be, ne her tenê nikare hêviyên welatiyan bi cih bîne, belkî dê li pêşiya çêkirina hevpariyeka bibandor û xurt bi Amerîkayê re bibe astengiyek jî.

Ev helwest nîşana nîgeraniyên Waşintonê yên kûr li beranberî pêvajoya siyasî li Bexdayê û bizavên dûrxistina Iraqê ji hevsengiya navneteweyî ye. Ev peywendiya telefonî ya balyozê Amerîkayê bi Serok Barzanî re di demekê de ye ku, Iraq û Sûriye li ber guhertinên siyasî yên mezin in û hevrikiyên di navbera qutbên herêmî de ji bo sepandina hejmonên xwe gihîştiye serê jorî.

Waşinton bi rêya peywendiyên wesa dixwaze peyama xwe ya ron bigehîne ku, tenê piştgiriyê dide wan hikûmet û aliyan ên ku serxwebûna biryardanê û berjewendiyên gelên xwe diparêzin û nakevin bin bandora ajandeyên welatên cîran.