Baregayê Barzanî: Serok Barzanî û Tom Barrcak girîngî û berdewamiya agirbestê tekez kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzabnî û Tom Barrcak di peywendiyeka telefonî de tekez li ser alîkariyên mirovî ji bo Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî jî ji bo bajarê Kobaniyê kir.
Baregayê Barzanî îro (Duşem, 26.01.2026) ragihand: Peywendiyeka telefonî di navbera Serok Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack de hat kirin.
Baregayê Barzanî amaje daye ku, di wê peywendiya telefonî de rewş û guhertinên dawiyê yên deverê bi giştî û Sûriyeyê bi taybetî hatine nîqaşkirin û her du aliyan tekez li ser girîngiya berdewamî û parastina agirbesta di navbera HSD û hêzên Hikûmeta Sûriyeyê de kir.
Herwesa behsa girîngiya mijara gihandina alîkariyên mirovî ji bo Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî jî ji bo Kobaniyê û piştrastbûna ji berdewamiya gihandina wan alîkariyan jî di wê peywendiyê de hat kirin.
Ev peywendiya telefonî ya balyozê Amerîkayê bi Serok Barzanî re di demekê de ye ku, Iraq û Sûriye li ber guhertinên siyasî yên mezin in û hevrikiyên di navbera qutbên herêmî de ji bo sepandina hejmonên xwe gihîştiye serê jorî.