Îro xwepêşandana milyonî li Kurdistanê û sibe jî li Ewropayê bo piştgiriya Rojava tên lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro Înê, 30ê Çileya 2026an, bi dirûşma "Yek e, yek e, yek e; gelê Kurd yeke", li Hewlêr û Silêmaniyê xwepêşandanên mezin ê niştimanî bo şermezarkirina êrîşên Artêşa Sûriyê û piştgiriya berxwedana Rojava tên lidarxistin.
Li gorî agahiyên Kurdistan24ê, îro saet 15:00 li Hewlêrê û saet 14:00 jî li Silêmanî û gelek bajarên din ên Herêma Kurdistanê, welatî bi girseyî dadikevin qadan. Gelê Başûrê Kurdistanê peyama yekrêziyê dide û piştgiriya xwe bo birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê nîşan dide. Herwiha li seranserî Herêmê kampanyayên komkirina alîkariyên mirovî bo lêqewmiyên Rojava hatine destpêkirin.
Li Ewropayê xwepêşandana herî mezin li Bonnê ye
Konfîderasyona Revenda Kurdistanî ragihand ku sibe Şemiyê, 31ê Çileyê, li bajarê Bonn ê Almanyayê xwepêşandaneke girseyî tê lidarxistin. Tê çaverêkirin ku zêdetirî 20 hezar Kurdistaniyên li Ewropayê beşdar bibin, da ku dengê Rojava bigihînin parlamentoyên cîhanê. Di van rojên dawî de li gelek welatên wekî Brîtanya û Amerîkayê jî çalakiyên bi vî rengî hatine kirin.
Li Washingtonê gava giring: Projeyasaya parastina Kurdan
Li aliyê din û di qada dîplomatîk de, Senatorên navdar Lindsey Graham û Richard Blumenthal projeyasayek bo "Hawara Kurdên li Sûriyeyê" pêşkêşî Kongressa Amerîkayê kirin.
Lindsey Graham di daxuyaniya xwe de got: "Kurd hevparên me yên herî pêbawer in. HSD di serdema yekem a Serok Trump de di têkbirina DAIŞê de roleke sereke lîst."
Herwiha Graham hişyarî da û got, qelskirina Kurdan dê rê li ber geşepêdana Sûriyeyê bigire û got: "Ew dewlet û komên ku difikirin 'demsala êrîşkirina li ser Kurdan' dest pê kiriye bêyî ku berdêla wê bidin, gelekî şaş in."
Ev tevgera dîplomatîk û çalakiyên girseyî nîşan didin ku parastina destkeftiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê niha di rojeva sereke ya navdewletî û neteweyî de ye.