Xalên lihevkirina HSD û Şamê hatin ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hûrgIliyên rêkeftineke giştî û berfireh ligel hikûmeta Sûriyê ragihandin. Li gorî rêkeftinê, hêzên leşkerî û saziyên îdarî yên herêmê dê bi qonax qonax di nava saziyên dewletê de bên yekkirin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê îro 30î Çileya 2026an daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, wan li ser agirbesteke giştî û pêvajoyeke tevlîkirina hêzan ligel Şamê lihev kirine.
Birêxistinkirina hêzên leşkerî û ewlehiyê
Li gorî daxuyaniyê, xalên sereke yên leşkerî wiha ne:
Agirbest û Veguhastin: Li seranserî eniyan agirbest hat ragihandin û hêzên leşkerî dê ji xalên temasê vekişin.
Yekkirina HSDê di nava artêşê de: Dê fîrqeyeke leşkerî ji sê lîwayên HSDê pêk bê. Herwiha lîwayeke taybet a hêzên Kobanê dê di bin sîwana fîrqeyeke girêdayî parêzgeha Helebê de bê avakirin.
Ewlehiya Bajaran: Hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê dê derbasî navenda bajarên Hesekê û Qamişlo bibin. Pêvajoya yekkirina hêzên ewlehiyê (Asayîş) li herêmê dest pê dike.
Rêveberiya Xweser û Mafên Kurdan
Rêkeftin ne tenê aliyê leşkerî, lê aliyê îdarî û mafên sivîl jî li xwe digire:
Saziyên Îdarî: Hemû saziyên Rêveberiya Xweser dê di nava saziyên dewleta Sûriyeyê de bên helandin û mafên karmendên sivîl dê bên parastin.
Mafên Kurdan: Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku li ser misogerkirina mafên sivîl û perwerdeyê yên gelê Kurd lihevkirin pêk hatiye.
Vegera Koçberan: Hikûmet û HSD garantî didin ku hemû aware û koçber bi silametî vegerin ser mal û milkên xwe.
Armanc: Yekitiya axa Sûriyeyê
HSD di daxuyaniya xwe de diyar kir, armanca vê rêkeftinê yekkirina xaka Sûriyeyê û avakirina pêvajoyeke hevkar e bo dubare avakirina welat. Her du alî pabendiya xwe nîşan dan ku hemû hewildanên xwe bikin yek da ku krîza welat bi dawî bibe û aramiye fîzîkî û siyasî vegere herêmê.