ENKS: Peymana Hikûmeta Sûriyeyê û HSDê pêngavka girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENS) helwesta xwe li ser wê peymana ku li roja 30ê Çileya 2026ê di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatiye îmzekirin bi vî rengê li jêr eşkere kir.

Encûmen vê peymanê wekî pêngaveka girîng dibîne ku pêdivî helwesteka berpirsiyarane ye. Em hêvî dikin ku ew peyman bi awayekî cidî û berdewam bê bicîhanîn, bi armanca bidawîanîna êş û aloziyên welat û hêsankariyên ji bo vegera awareyan ji bo warê wan.

Encûmen vê peymanê bi Fermana Serokatiyê ya Hejmar 13 wekî derfet û deriyek ji bo destpêkirina diyalogeka neteweyî ya rastîn di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û nûnerên gelê Kurd de dibîne. Armanca vê diyalogê jî ev e; Bidestxistina mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd, çarekirina hemî wan nerazîbûnên dîrokî yên li dijî Kurdan hatine kirin û herwesa çespandina van mafan di destûra paşerojê ya welat de.

Encûmen tekez jî dike ku, kilîla parastina berjewendiyên herî bilind ên welat ew e ku mafên hemî pêkhateyên Sûriyeyê bên misogerkirin. Ev jî tenê bi "hevpariya rastîn, dadperwerî û wekheviyê" tên bidestxistin. Tenê bi van bingehan ewlehî, tenahiyeka berdewam û jiyaneka birûmet dikare ji bo hemî welatiyên Sûriyeyê bê cudahî bên misogerkirin.

Kurtiya lihevkirina HSD û Hikûmeta Sûriyeyê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li roja Înê (30.01.2026) hûrgiliyên stratejîk ên lihevkirina bi hikûmeta nû ya Şamê re eşkere kirin. Mezlûm Ebdî eşkere jî kir ku, ev pêngava wan ji bo pûçkirina planên qirkirina gelê Kurd hatiye avêtin. Xalên herî girîng jî ev in:

- Hêzên leşkerî: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê bibe pareka Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê, lê wekî lîwa û yekîneyên leşkerî dê li deverên xwe bimînin.

- Doza Ewlehiyê: Hêzên Ewlehiyê dê bibin pareka Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê û dê erkê parastina nav bajaran werbigirin; Artêşa Sûriyeyê dê neçe nav tu bajar û gundê Kurdan.

- Birêvebirin û Ziman: Perwerde bi zimanê Kurdî li dibistan û zanîngehan dê bê fermîkirin. Karmendên Rêveberiya Xweser dê bibin karmendên dewletê û birêvebirina deverê dê di destê xelkê deverê de be.

- Rewşa Kobaniyê: Dorpêça li ser Kobaniyê dê bê rakirin û ew hêz dê ji hundir bo derdora wî bajarî bên vekişandin.

Garantiya navneteweyî: Amerîka û Fransa li ser wan hûrgiliyan haydar in û dê wekî garantîkerên siyasî bimînin.

Mezlûm Ebdî tekez jî kir ku, her çend ew lihevkirin li asta hemî daxwazên wan nîne jî, lê ew ji bo parastina destkeftiyan di vê qonaxê de çêtirîn vebijark bû.