Asayîşê li Hesekê û Qamişloyê qedexeya giştî ya hatûçûnê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlehiya Hindurîn (Asayîş) bi mebesta parastina ewlehî û aramiya herêmê, li bajarên Heseke û Qamişloyê qedexeya giştî ya derketina derve ragihand.

Hêzên Ewlehiya Hindurîn (Asayîş) şeva borî daxuyaniyek weşand tê de û ragihand, ji bo parastina ewlehî, aramî û silametiya canê welatiyan, qedexeya giştî ya hatûçûnê li bajarên Hesekê û Qamişloyê hatiye ferzkirin.

Li gorî daxuyaniya Asayîşê, bernameya qedexeyê bi vî rengî ye:

- Li bajarê Hesekê: Roja Duşemê, 2ê Sibata 2026an, ji saet 06:00ê sibehê heta saet 18:00ê êvarê.

- Li bajarê Qamişloyê: Roja Sêşemê, 3ê Sibata 2026an, ji saet 06:00ê sibehê heta saet 18:00ê êvarê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev biryar di çarçoveya parastina ewlehiya giştî de hatiye girtin. Asayîşê daxwaz ji welatiyan kir ku pabendî naveroka biryarê û talîmatên hêzên ewlehiyê bin.

Hêzên Ewlehiya Hindurîn di dawiya daxuyaniya xwe de hişyarî da ku li dijî her kesê ku biryarê binpê bike û li dijî rêbazan tevbigere, dê rêkarên qanûnî yên pêwîst werin girtin.