Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Kurdistan û Almanyayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2ê Sibatê li Hewlêrê pêşwazî li Cîgira Seroka Parlemantoya Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê Berîvan Aymaz kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de her du aliyan giringiya pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê di warên cuda de gotûbêj kirin.
Cîgira Seroka Parlemantoya Herêma Nordrhein-Westfalenê, rola çalak û bibandor a Herêma Kurdistanê di parastina asayîş û aramiya herêmê de bilind nirxand.
Aymaz bi taybetî bal kişand ser hewildanên Herêma Kurdistanê yên ji bo kêmkirina alozî û şerên dawî yên li Sûriyeyê û helwesta Herêmê ya di parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê de bilind nirxand.