Hêza Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê çû nav Qamişloyê
Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzeka Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê îro (Sêşem, 3ê Sibata 2026ê) di çarçoveya peymana dualî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê de çû nav bajarê Qamişloyê.
Ew hêza Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê, ku ji 15 timbêlên leşkerî û 125 endaman pêk tê, bi hevahengiya Ewlekariya Navxweyî ya Qamişloyê ya girêdayî HSDê çû nav bajarê Qamişloyê.
Wekî bizavekê ji bo rêgirtina li her nexweşî û aloziyekê di dema hatina hêza Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê de, ji saet 06:00 ê sibeha îro ve qedexeya giştî ya hatin û çûyînê li Qamişloyê û derdora wê hatiye ragihandin.
Ev jî di demekê de ye ku, duhî (Duşem, 2ê Sibata 2026ê) her di çarçoveya wê peymana ku hatiye ragihandin de, hêzên navxweyî yên Sûriyeyê çûn nav her du bajarên Heseke û Kobaniyê yên Rojavayê Kurdistanê.
Birêvebirê nû yê ewlehiya Hesekeyê (girêdayî Şamê) Merwan Elî di daxuyaniyeka rojnamevaniyê de ragihand ku, hemî bendên wê peymanê pêngav pêngav dê bên bicîhanîn.