Berîvan Aymaz hewildanên Serok Barzanî yên ji bo parastina gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bilind dinirxîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Sibatê pêşwazî li Cîgira Seroka Parlemantoya Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê Berîvan Aymaz kir. Di hevdîtinê de rola Serok Barzanî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di parastina gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê de hat nirxandin.

Berîvan Aymaz di destpêka hevdîtinê de dilxweşiya xwe ya ji bo serdana Kurdistanê û hevdîtina bi Serok Barzanî re anî ziman. Aymaz spasiya Serok Barzanî kir ku di rûdan û metirsiyên dawî yên li ser Rojavayê Kurdistanê de, wekî serkirdeyekî neteweyî xwe li doza Kurd xwedî derxist û hewildanên wî yên ji bo parastina miletê me yê li Rojava bilind nirxandin.

Berîvan Aymaz spasiya kar û xebatên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) kir ku bi hawara lêqewimiyên Rojavayê Kurdistanê ve çûye. Herwiha hêvî xwest jî, Herêma Kurdistanê roj bi roj hîn bêtir bihêz bibe.

Cîgira Seroka Parlemantoya Nordrhein-Westfalenê spasiya Serok Barzanî kir ji bo piştgiriya wî ya ji bo diyasporaya Kurd a li derveyî welat, ku wekî hêzeke bi bandor piştgiriya doza gelê Kurdistanê dikin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Mesûd Barzanî xêrhatina Berîvan Aymaz kir û ji bo serkeftinên wê yên di qada siyasî ya Almanyayê de pîrozbahî lê kir. Serok Barzanî destnîşan kir ku gihîştina Kurdan a di van postên bilind de cihê şanaziyê ye.

Serok Barzanî di dema gotûbêjkirina karûbarên diyasporayê de, çend rênima û şîretên giring pêşkêşî Aymaz kirin. Barzanî bi taybetî tekezî li ser wê yekê kir ku divê Kurdên li derveyî welat dijîn, bi her awayî nasname û zimanê xwe yê Kurdî biparêzin û têkiliya xwe bi çanda xwe re qut nekin.

Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan li ser rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyeyê gotûbêj kirin.