Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî: 6 endamên malbateke koçber a Şingalê ji penceşêrê rizgar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Şeş endamên malbateke koçber a Şingalê ku li kampên Dihokê dijiyan, piştî salekê ji têkoşîna dijwar û bi piştgiriya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi temamî ji nexweşiya penceşêrê baş bûn.
Malbata Ebdullah Xidir ku xelkê Şingalê ne û wekî koçber li Dihokê dijîn, îro wekî nîşana kêfxweşî û spasiya ji bo başbûna xwe, li gel xizm û kesûkarên xwe li ser sifreyekê civiyan. Ev malbat beriya salekê bi karesateke giran re rû bi rû mabû; gava di encama kontrolên bijîşkî de derketibû ku 6 endamên malbatê bi hev re tûşî nexweşiya penceşêrê bûne.
Piştî ku çîroka vê malbatê hatibû bihîstin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rasterast hate ser xetê û Wezîrê Tenduristiyê raspard ku bi awayekî herî baş û bilez hemû pêdiviyên dermankirinê ji bo vê malbatê peyda bikin.
Li ser vê raspardeyê, li Nexweşxaneya Azadiyê ya Dihokê tîmeke pispor a bijîşkî erkê dermankirina wan girt ser milê xwe. Piştî salekê ji dermankirina dijwar û neştergeriyên serkeftî, îro her 6 endamên malbatê bi temamî ji nexweşiyê rizgar bûne.
Tahsîn ku xizmê nêzîk ê malbatê ye ji Kurdistan24ê re axivî û got: "Dermankirin û neştergerî bi raspardeya Serokê Hikûmetê hatin kirin û gelekî serkeftî bûn. Van hewildanan ev 6 kes ji mirineke tekez rizgar kirin. Berê ji ber xirabiya bariya darayî û zêdebûna hejmara nexweşên di malbatê de, me tu hêviyek bi jiyanê nemabû. Zarokan digotin qey temenê wan hincî xwendina wan biqedînin nîne, lê piştgiriya Serokwezîr ev bêhêvîtî guhert û jiyaneke nû da me."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her di destpêka pêvajoyê de, ev malbat ji jiyana zehmet a bin konên kampê rizgar kir û xaniyek (şûqeyek) li bajêr pêşkêşî wan kir. Ev gava mirovî bû sedem ku bariya derûnî û laşî ya malbatê zûtir baş bibe û pêvajoya dermankirinê bi serkeftî biçe serî.
Ev destpêşxeriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê beşek e ji zincîreyek hewildanên mirovî yên ji bo koçber û lêqewimiyan, bi taybetî xelkê Şingalê ku ji ber şerê DAIŞê rastî azarên mezin hatine. Di nava Herêma Kurdistanê de, hikûmet bi rêya sindoqa alîkariya nexweşên penceşêrê, lêçûna dermankirina welatiyan bi bêsînor peyda dike da ku jiyana mirovan were parastin.