Li Diyarbekirê qurbaniyên erdhejê hatin bîranîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Di salvegera erdhejên 6ê Sibatê de, li Diyarbekirê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bîranîn, Parêzgarê Diyarbekirê serdana goristanê kir û bo kesên jiyana xwe ji dest dayîn dua kirin.
3 sal di ser erdhejên 6ê Sibatê re derbas bûn, di vê çarçoveyê de li Diyarbekirê jî bernameyek bîranînê hat li darxistin. Di çarçoveya bernameya bîranînê de Parêzgarê Diyarbekir Murat Zorluoglu li gel rayedarên dewletê serdana Goristana Yenîkoyê ya Diyarbekirê kir û li vê derê bo giyanê qurbaniyan yasîn hat xwendin û qurnefîl li ser goran hatin danîn.
Parêzgarê Diyarbekirê Murat Zorluoglû amaje kir ku erdhejên 6ê sibatê karesata sedsalê bû û gelek wêrankar bu ku ji 53 hezarî zêdetir welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn, li Diyarbekirê jî 412 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û her wiha 227 kesên ku Diyarbekirî ne li bajarên din jiyana xwe ji dest dabûn.
Zorluoglu bal kêşand ku piştî erdhejê hevgirtin û alîkariyek gelek baş hat nîşandan û hemu saziyên dewletê bi hevkariyeke serkeftî bûn wesîle ku bajarên ji erdhejan ziyan dîtîn dîsa rabin ser xwe.