Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbata Bozarslan û hemû rewşenbîrên Kurdistanê re xwest
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de sersaxî ji malbata nivîskar, lêkolîner û welatparêz Mehmet Emîn Bozarslan û hemû rewşenbîrên Kurdistanê re xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 9ê Sibata 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyameka behîdariyê ji ber koça dawiyê ya nivîskar, lêkolîner û welatparêz Mehmet Emîn Bozarslan belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de sersaxî ji malbata Bozarslan û hemû rewşenbîrên Kurdistanê re xwest û got: Bozarslan bi xizmet û berhemên xwe yên binirx roleke mezin ji bo parastin û pêşxistina ziman û wêjeya kurdî lîst.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Ji bo koça dawî ya nivîskar, lêkolîner û welatparêzê hêja Mehmet Emîn Bozarslan, sersaxiyê didim malbata wî ya birêz û hemû rewşenbîrên Kurdistanê. Canê wî şa be.
Seyda Bozarslan bi xizmet û berhemên xwe yên binirx, roleke mezin ji bo parastin û pêşxistina ziman û wêjeya kurdî lîst. Şopa wî dê her tim di bîra me de zindî bimîne.
Ji bo koça dawî ya nivîskar, lêkolîner û welatparêzê hêja Mehmet Emîn Bozarslan, sersaxiyê didim malbata wî ya birêz û hemû rewşenbîrên Kurdistanê. Canê wî şa be.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) February 9, 2026
Seyda Bozarslan bi xizmet û berhemên xwe yên binirx, roleke mezin ji bo parastin û pêşxistina ziman û wêjeya kurdî…