Tîmeka bijîşkî ya Îtalyayê li Dihokê neştergeriyan ji zarokan re dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebiriya Tenduristiyê ya Dihokê ragihand ku, ev du roj in ku tîmeka bijîşkî ya Îtalyayî li Dihokê ye da ku hejmareka neştergeriyan ji zarokan re bike.

Berdevkê Birêvebiriya Giştî ya Tenduristiyê ya Dihokê Metîn Cemîl îro (Sêşem, 10ê Sibata 2026ê) ji Malpera Kurdistan24ê re ragihand: Tîmeka bijîşkî ji welatê Îtalyayê hatiye Dihokê.

Berdevkê Birêvebiriya Giştî ya Tenduristiyê ya Dihokê herwesa got: Ew tîm ji hejmareka bijîşkên zarokan pêk tê, ku şarezayên nexweşiyên dil û çavdêriya giran in û gelek ezmûn hene.

Metîn Cemîl eşkere jî kir: Ew tîm dê belaş neştergeriyan ji bo hejmareka zarokan bike, herwesa dê hejmareka mezin a zarokan jî bibîne û dê şîretên bijîşkî bide wan.

Navbirî ron jî kir: Ev du roj in ku ew tîm li Dihokê ye û dê hefteyekê bimîne. Ev ne cara yekê ye ku ew tîm serdana Dihokê dike, belkî di salên borî de jî çend caran hatiye Dihokê.

Ew tîma bijîşkî ji sala 2005ê ve serdana Herêma Kurdistanê dike û her car hejmareka zarokan dibîne, şîretan dide wan û neştergeriyan belaş ji wan re dike. Vê carê jî ew dê xizmeta hejmareka zarokên bajarê Dihokê bikin.