Li Silêmaniyê jineka ji Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) - Jineka ji Rojhilatê Kurdistanê, ku xweciha bajarê Silêmaniyê ye, li projeyeka akincîbûnê kuştî hatiye dîtin. Polîsên Silêmaniyê dibêjin: Vekolan ji bo girtina kujer û sedema wê bûyerê didomin.
Berdevkê Polîsên Silêmaniyê Arî Letîf êvara îro (Pêncşem, 12ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, ew jin 40 salî ye û ji Rojhilatê Kurdistanê ye lê xweciha bajarê Silêmaniyê bû.
Berdevkê Polîsên Silêmaniyê eşkere jî kir ku, niha lrûpelên vekolanê li ser wê bûyerê hatine vekirin. Amaje jî da ku, ew jin xweciha gundê Almanyayî bû û ji bo serdanê çûbû projeya Gulî Şarê ya akincîbûnê.
Arî Letîf di derheqa kujer de jî got: Vekolan berdewam e û tiştên ku tên gotin ku qaşo wê ciwankariyeka jinan heye û kujer fêkîfiroş û sebzefiroş e tenê gotgotk in.
Berdevkê Polîsên Silêmaniyê herwesa ragihand: Heta ku vekolan temam nebe, em nikarin tu zanyaran belav bikin.
Niha termê wê jinê li Bijîşkiya Dad a Silêmaniyê ye û li benda malbata wê ne da ku termê wê werbigirin.