Mezlûm Ebdî piştî civîna bi Rubio û Şeybanî re: ‘Lûtkeyeke girîng û erênî bû’
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî derbarê civîna sêalî ya bi Wezîrên Derve yên Amerîka û Sûriyeyê re ragihand, wan mijarên çarenivîssaz ên wekî paşeroja Kurdan û vekişîna hêzên Amerîkayê gotûbêj kirine.
Li ser perawîza Konferansa Ewlehiyê ya Munihê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî di lûtkeyeke sêalî de hatin cem hev.
Piştî civînê, Mezlûm Ebdî kurteya hevdîtinê parve kir û destnîşan kir ku civîn bi giştî "erênî" derbas bûye. Ebdî got: "Me bi hev re behsa mijara yekbûnê, çarenûsa gelê Kurd, rewşa niha ya Sûriyeyê û nexşerêya paşeroja welatê xwe kir."
Derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê de, Ebdî diyar kir ku ev mijar yek ji xalên sereke yên civînê bû û aliyê Amerîkî di vê derbarê de helwesteke erênî nîşan daye.
Mezlûm Ebdî li ser pirsekê derbarê rewşa Kobanê û Qamişloyê de got: "Bi giştî agirbest berdewam dike. Her çend hinek astengî hebin jî, em ji bo çareserkirina wan dixebitin." Ebdî herwiha anî ziman ku Yekîtiya Ewropayê bi çavekî erênî li piştgiriya herêmê dinêre û ew hewl didin vê nêzîkbûnê veguherînin encamên pratîk.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê diyar kir, bernameya wî ya li Munihê tije ye û ew ê sibe jî bi nûner û berpirsên welatên cuda re zincîreyek hevdîtinên dîplomatîk pêk bîne, da ku paşeroja Sûriyeyê û herêmê gotûbêj bikin.
Ev lûtkeya sêalî ya li Munchenê, wekî gaveke dîplomatîk a dîrokî tê nirxandin ku tê de her sê alî (HSD, Washington û Şam) piştî demeke dirêj li ser maseyekê rûniştin.
Marco Rubio: 'Mafên Kurdan di pêşîniya Trump de ne'
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê jî derbarê civînê de belav kir, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kiriye ku Serok Donald Trump girîngiyeke taybet dide dosyaya Sûriyeyê. Rubio destnîşan kir ku "Yekrêziya neteweyî û mafên pêkhateyan (bi taybetî Kurd û Durizî)" di serê lîsteya karên kabîneya Trump de ne.
Her wiha di civînê de hate destnîşan kirin ku hevkariya ji bo têkoşîna li dijî bermayiyên DAIŞ’ê dê berdewam bike.