Nêçîrvan Barzanî û Macron tekezî li ser parastina mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 13ê Sibatê li perawîzê Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtinek pêk anî û tê de rewşa herêmê û mafên Kurdan hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, di hevdîtinê de her du aliyan geşedanên siyasî û ewlehî yên dawî yên li herêmê û bi taybetî rewşa Sûriyeyê nirxandin. Hat ragihandin jî, her du serokan tekezî li ser "parastina mafên Kurdan di destûra paşerojê ya Sûriyeyeke yekbûyî de" kiriye.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de spasiya dostanî û piştgiriya berdewam a Fransa û Serok Macron kir ku her tim daxwaza parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê dikin. Her du alî li ser girîngiya hevahengiya navneteweyî ji bo dabînkirina aramî û ewlehiya li herêmê hevnêrîn bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê tora civakî (X) peyamek weşand û tê de got: "Ez kêfxweş im ku min îro li Munihê hevalê xwe Macron dît. Min spasiya cenabê wî kir ji bo piştgiriya wî ya neguher û ji bo wê rola ku wekî hevalbendek di pêşxistina aştî û aramiyê de dilîze."

Ev hevdîtin di demeke wiha de pêk tê ku li Munihê tevgera dîplomatîk ji bo çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn di asteke bilind de berdewam dike.