Mezlûm Ebdî û Emmanuel Macron li Munihê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên dîplomatîk ên li Almanyayê de, bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Şandeya payebilind a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (SD) bi serokatiya Fermandarê Giştî Mazlûm Ebdî û bi beşdariya Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed Îro 13’ê Sibata 2026’an, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de, bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtinek pêk anî.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSD’ê, di civînê de paşeroja pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê û cîbicîkirina peymanên nû hatin nirxandin. Şandeya HSD’ê spasiya helwesta Fransayê ya ji bo piştgirîkirina agirbestê û hewildanên wê yên ji bo peydakirina aramiyê kir.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya piştgiriya navneteweyî kirin ji bo cîbicîkirina hemû bendên peymana 29’ê Çileya borî, ku armanca wê serxistina pêvajoya yekbûnê û dabînkirina aramiyeke mayinde li Sûriyeyê ye.

Macron: Fransa dê piştgiriya xwe berdewam bike

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di civînê de diyar kir ku welatê wî dê di vê çarçoveyê de hewildanên xwe berdewam bike. Macron herwiha pesnê rola bi bandor a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da ku di têkbirina terorê û parastina ewlehiya herêmê de lîstine.

Ev hevdîtina Mezlûm Ebdî û Emmanuel Macron piştî zincîreyek civînên girîng tê ku îro bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî re pêk hatibûn.