Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Divê mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê werin parastin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê hûrguliyên civîna sêalî ya bi Fermandarê Giştî yê HSDê û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê re li Munihê belav kirin. Di civînê de tekezî li ser agirbesteke herdemî û mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan li Sûriyeyê hate kirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê naveroka civîna şeva borî (13.02.2026) aşkere kir, ku di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munihê de pêk hatibû. Di vê civîna sêalî de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî amade bûn. Herwiha Hevseroka Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî di civînê de amade bû.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Tommy Pigott, di daxuyaniyekê de diyar kir, Marco Rubio di civînê de piştgiriya Amerîkayê ji bo Sûriyeyeke aramtir dubare kiriye. Rubio destnîşan kir ku Amerîka dixwaze Sûriye di nav aştî û tebayiyê de ligel cîranên xwe bijî û tê de mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî werin parastin.

Li gorî daxuyaniyê, Marco Rubio pêşwazî li pabendbûna hukûmeta Sûriyeyê kiriye ku di şerê li dijî DAIŞê de, bi Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî re hevkariyeke tam bike. 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekezî li ser cîbicîkirina "agirbesteke daimî" û "rêkeftina tevlîkirinê" li herêmê kiriye, ku divê ev pêvajo bi awayekî birêve biçe ku rêz li mafên hemû welatiyên Sûriyeyê bê girtin û parastina wan mîsoger bike.