Wezîrê Derve yê Sûriyê: HSD hevparê me ye, ne dijmin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de, reangeha nû ya hikûmeta xwe ji bo paşeroja Sûriyê eşkere kir. Şeybanî diyar kir ku Kurd û pêkhateyên din dê di desthilatdariya nû de xwedî rol bin û tekez kir ku ew Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî "hevpar" dibînin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî îro 14ê Sibatê beşdarî çend panelên Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bû. Şeybanî bal kişand ser rewşa Sûriyê ya piştî 8ê Berçileya 2024an û destnîşan kir ku welatê wan ber bi dahatûyeke giştgir ve gavan diavêje.

Derbarê têkiliyên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re, Şeybanî got: "Karê me yê sereke serkeftina pêvajoya yekkirina HSDê di nav artêşa niştimanî ya Sûriyê de ye. Em HSDê wekî hevpar dibînin, ne wekî dijmin."

Şeybanî her wiha got: "Em naxwazin Sûriyeya piştî rejîma Esed di nav perçebûnê de bimîne. Em dixwazin hemû gelê Sûriyê, bi taybetî Kurd û pêkhateyên din, baweriyê bi welatekî pirpêkhate bînin û bibin beşek ji hikûmeta nû."

Esed Şeybanî di beşeke din a axaftina xwe de êrîşên Îsraîlê şermezar kirin û diyar kir ku Îsraîlê zêdetirî hezar carî axa Sûriyê bombebaran kiriye. Şeybanî got: "Îsraîl di nîşandana me wekî 'gefa li ser ewlehiyê' de zêdegaviyê dike. Me heta niha xwe ragirtiye, da ku Îsraîlê bînin ser maseya diyalogê, lê divê ev binpêkirinên ku aramiya Sûriyê têk dibin werin rawestandin."

Şeybanî destnîşan kir ku piştî 8ê Berçileya 2024an, nêrîneke niştimanî ya nû hatiye pejirandin ku tê de saziyên dewletê li ser bingeha cihêrengiya neteweyî, olî û mezhebî tên avakirin. Her wiha diyar kir ku ew dixwazin nûnertiya parlamentoyê xurt bikin û rola jinan di qada siyasî û biryardanê de zêde bikin.

Li ser mijara aborî, Wezîrê Derve yê Sûriyê got, her çend rakirina cezayan derî li ber geşepêdanê vekiriye, lê ew hîn di destpêkê de ne. Herwih amaje bi hebûna 10 mîlyon penaberên li derve û bi mîlyonan awareyên navxwe kir û got: "Dabînkirina xanî, dibistan û nexweşxaneyan ji bo hemû Sûriyeyiyan, erkê me ya sereke ye. Em niha giranî didin ser avakirina binesaziya welat."