Nêçîrvan Barzanî û Şeybanî tekezî li ser girîngiya parastina mafên pêkhateyan li Sûriyê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de, bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî re civiya. Di hevdîtinê de her du aliyan rewşa dawî ya Sûriyê, têkiliyên dualî û parastina mafên pêkhateyan gotûbêj kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 14ê Sibatê li perawîza Konferansa Ewlehiyê ya Munihê ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî civiya.
Di civînê de têkiliyên Sûriyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, dawî pêşhatên rewşa Sûriyê û bandora wan li ser aştî û aramiya herêmê hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan tekezî li ser girîngiya çareserkirina qeyranên Sûriyê bi rêyên siyasî û parastina mafên hemû pêkhateyên welat kirin.
Her di civînê de, behsa rewşa mirovî ya awareyan û pêşxistina diyaloga niştimanî hat kirin. Herwiha Wezîrê Derve yê Sûriyê pesnê rola serokatiya Herêma Kurdistanê da, bi taybetî ji bo hewldanên wan di gihîştina rêkeftina navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).
Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftin û aramiyê ji bo Sûriyê xwest. Herwiha tekezî li ser xaleke girîng parastina mafên Kurd di destûra daxatû ya Sûriyeya yekbûyî de kir.