Şanda Senatoya Amerîkayê: Civîna me ya bi Mezlûm Ebdî û Şeybanî re dîrokî bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de, şandeke bilind a Kongreya Amerîkayê ligel şandeke hevbeş a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyê civiya. Di civînê de hat ragihandin ku cezayên "Qanûna Qeyser" di budceya parastinê ya sala 2026an de hatine betalkirin.
Şandeke bilind a Kongressa Amerîkayê bi serokatiya endama Komîteya Têkiliyên Derve Senator Jeanne Shaheen û bi beşdariya senatoran Tom Tillis, Chris Coons, Chris Murphy, Mark Kelly û nûnerên wekî Jim Himes û Sara Jacobs, ligel Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî civiya.
Senator Jeanne Shaheen di daxuyaniyekê de pêşwazî li vê hevdîtinê kir û ew wekî "dîrokî" binav kir. Shaheen rêkeftina di navbera Şam û HSDê de wekî gaveke girîng a ber bi lihevhatina niştimanî û avakirina Sûriyeyeke yekbûyî pênase kir, ku karibe parastina hemû welatiyên xwe bike.
Şandeya Amerîkî di civînê de tekezî li ser berdewamiya diyalogê, cîbicîkirina rêkeftinan, geşepêdana hikûmraniyeke giştgir û parastina mafên mirovan ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê kir.
Shaheen aşkere kir ku di çarçoveya "Qanûna Rêpêdana Parastina Niştimanî" ya sala 2026an de, hewildanên ji bo betalkirina cezayên "Qeyser" biser ketine. Herwiha destnîşan kir ku ev cezayên serdemên borî li pêşiya vejandina aborî û veberhênanê piştî guherînan bûbûn asteng.
Li gorî senatora Amerîkî, armanc ji rakirina van cezayan ew e ku derfeteke rastîn bidin gelê Sûriyê, ji bo avakirina welat û dabînkirina aramiya demdirêj û ji bo rêgirtina li serhildana DAIŞê û rûbirûbûna bandora Îran û Rûsyayê.