Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser kûrahiya peywendiyên Hewlêr û Washingtonê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de spasiya Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir ji bo piştgiriyên berdewam ên welatê wî bo Iraq û Herêma Kurdistanê. Di heman demê de, tekezî li kûrahiya hevbeşiya stratejîk û berjewendiyên hevpar ên her du aliyan hate kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 14ê Sibatê li perawîza Konferansa Ewlehiyê ya Munihê, ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio civiya.
Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de têkiliyên Amerîkayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û asoyên hevkariya hevpar a navbera her du aliyan hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanînên xwe ji bo piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dubare kir.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekezî li ser pabendbûna welatê xwe ya ji bo piştgirîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê û parastina aramî û seqamgiriya li navçeyê kir. Rubio her wiha pesnê pêgeha Herêma Kurdistanê da û wekî "hevparekî sereke û faktorekî aramiya herêmê" pênase kir.
Li gorî daxuyaniyê, rewşa Sûriyê û mafên Kurdan li wî welatî, ligel pêşhatên dawî yên li herêmê, mijareke din a sereke ya civînê bûn. Her du aliyan tekezî li ser parastina mafên Kurdan û hemû pêkhateyan di çarçoveya Sûriyeyeke yekbûyî de kirin.
Ji aliyekî din ve, Serokê Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê tora civakî (X) peyamek weşand û tê de got: "Ez spasiya Marco Rubio dikim ji bo wê piştgiriya berdewam a ku Amerîka pêşkêşî Iraq û Herêma Kurdistanê dike."
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser kûrahiya têkiliyên her du aliyan û diyar kir ku: "Hevbeşiya stratejîk a navbera me li ser bingeha berjewendiyên hevpar û pabendbûna dualî ya ji bo aramiya navçeyê hatiye avakirin."