Dana Ehmed Mecîd wekî Berpirsê Rêkxistinê yê Tevgera Goranê hat hilbijartin
Navenda Nûçeyan (K24) - Konferansa Tevgera Goranê îro (Duşem, 16ê Sibata 2026ê) li Kerkûkê hat lidarxistin, û tê de Dana Ehmed Mecîd wekî Berpirsê Giştî Rêkxistinê yê Tevgera Goranê hat hilbijartin.
Berdevkê Tevgera Goranê Dilêr Ebdulxaliq di konferanseka rojnamevanî de ragihand: Serkeftina vê konferansa Goranê ne tenê pêngava partiyeka siyasî ya reformxwaz a neteweyî ya sivîl e, belkî serkeftina Kerkûkê ye jî.
Dilêr Ebdulxaliq herwesa got: Dana Ehmed Mecîd wekî Berpirsê Giştî yê Rêkxistinê yê Tevgera Goranê hat hilbijartin. Herwesa encûmeneka 55 endamên herdemî û pênc endamên yedek jî hat hilbijartin. Amaje jî da: Destûra rêxistinî ya Tevgera Goranê ji bo qonaxa bê ya xebata rêxistinî hat hilbijartin û Komîsyona Hilbijartinan jî hemî rêkarên ku ji me re hatine danan bi cih anîn.
Navbirî eşkere jî kir: Ev zêdetir ji salekê bû ku me pirsgirêkên rêxistinî, qanûnî û siyasî hebûn. Ev pêngav girîng e ji ber ku ew astengî nehêlan. Herwesa got: Ev ne tenê serkeftina Berpirsê Rêkxistinê yê nû yê Tevgera Goranê û vê encûmenê ye, belkî serkeftina hemî wan endaman e yên ku ji hemî deverên Kurdistanê hatine û tevlî wê bûne, herwesa serkeftina hemî wan dengderan e jî yên ku li sala 2009ê dengê xwe daye.
Berdevkê Tevgera Goranê herwesa got: Mixabin, hejmareka hevalên me hola konferansê terikand. Em serkeftina vê konferansê wekî serkeftina wan jî dibînin. Tevgera Goranê ya hemî xelkî ye. Herwesa serkeftina konferansa Tevgera Goranê li Kerkûkê serkeftina stratejiya neteweyî ya Kurdistanê ye. Vegera ji bo Kerkûkê tê wê manayê ku Kerkûk pareka venqetiyayî ya axa Kurdistanê ya pîroz e.
Dilêr Ebdulxaliq herwesa got: Em dê bi hemî partîyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê re rûpeleka nû vekin, herwesa em dê bi nerîneka nû bixebitin û em dê milên xwe bidin ber vê berpirsiyarîtiyê.