Bajarekê Amerîkayê Adar wek Meha Çanda Kurdî nasand û piştgiriya xwe bo Rojava nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Bajarê Manassas Parkê yê Wîlayeta Virginiayê ya Amerîkayê di biryareka fermî de meha Adarê wekî “Meha Çanda Kurdî” nasand û dilsozî û piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê nîşan da.

Şaredara Bajarê Manassas Parkê yê Wîlayeta Virginiayê ya Amerîkayê Alana Mensing îro (Çarşem, 18ê Sibata 2026ê) daxuyaniyek parve kir û tê de got ku, encûmena wî bajarî biryar daye ku meha Adarê bi rengekê fermî bike Meha Çanda Kurdî, wekî rêzek ji boqurbanîdan û çanda gelê Kurd.

Di tekista wê biryarê de hatiye gotin, "Ji dema destpêkirina krîza Sûriyeyê ve, barekê giran keftiye ser milên pêkhateya Kurdan, wekî awarebûn, mirin û gefên rêxistinên tundrê, di eynî demê de Kurdan roleka yekalîker di şkandina terorê û pêşvebirina pêkvejiyanê de lîstiye."

Her di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, ji ber berdewamiya pevçûnan, nebûna tenahiya siyasî û aloziyên herêmî, hîn jî xeter li ser jiyan, silametî û paşeroja welatiyên Kurd heye, di demekê de ku gelê Kurd berdewam daxwaza xwe ji bo welatîbûna wekhev, parastina mafên mirovan û îtîrafkirina bi nasnameya çandî di çarçoveya Sûriyeyeka tena de nîşan daye.

Li ser wê bingehê, bajarê Manassas Parkê dilsoziya xwe ji bo gelê Kurd nîşan da û piştgirî da berdewamiya bizavên dîplomatîk, gihandina alîkariyên mirovî û diyaloga aştiyane, bi armanca parastina sivîlan û bidestxistina çareseriyeka dadperwerane û berdewam ji bo krîza Sûriyeyê.