Fazil Mîranî: Berbijarkirina Malikî bo posta serokwezîrtiyê peywendî bi PDKê re nîne

Fazil Mîranî
Fazil Mîranî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Birêvebirinê ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) red kir ku, partiya wî Nûrî Malikî ji bo posta serokwezîrtiyê berbijar kiribe û ragihand ku, berbijêrkirina wî biryara aliyên Şîe ye û tu peywendî bi PDKê re nîne.

Serokê Desteya Birêvebirinê ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî îro (Çarşem, 18ê Sibata 2026ê) di daxuyaniyeka taybet de ji kanala Kurdistan24ê re helwesta partiya xwe li ser pirsa avakirina hikûmeta Iraqê û berbijarên serokatiyê pêşkêş kir.

Fazil Mîranî di bersiva pirsyarekê de li ser berbijarkirina Nûrî Malikî ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê ragihand: Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Malikî berbijar nekiriye, belkî ew ji hêla hêzên Şîe bi xwe ve hatiye berbijarkirin, lê mixabin ev mijar di medyayê de bi rengekî hatiye belavkirin ku qaşo PDKê ew berbijar kiriye.

Navbirî li ser mijara lihevkirina li ser posta Serokkomarê Iraqê û aloziyên siyasî jî bal kişand ser rola kesayetiyan û got: Heke di meydanê de mirovên baş û aqilmend hebin, tu pirsgirêkek tune ku neyê çareserkirin.