Wall Street Journal: Amerîkayê vekişîna bi tevahî ya hêzên xwe ji Sûriyeyê dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya Wall Street Journalê raportek weşand û tê de amaje da ku, birêvebiriya Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê dest bi pêvajoya vekişîna bi tevahî ya hêzên xwe ji Sûriyeyê kiriye, ku hejmara wan nêzîkî 1000 leşkeran e. Ev pêngav wekî bidawîhatina operasyoneka leşkerî ya deh salan tê hesibandin ku li nav axa Sûriyeyê bi rê ve diçû.
Rojnameya Wall Street Journalê îro (Çarşem, 18ê Sibata 2026ê) ji zarê sê berpirsên payebilind ên Amerîkayî belav kiriye ku, hêzên Amerîkayê vê dawiyê bingeha Tenefê vala kiriye, ku cihekê stratejîk ê girîng bû li ser sêgoşeya sînorî ya di navbera Sûriye, Urdun û Iraqê de. Herwesa vekişîna ji bingeha Şedadiyê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê jî bidawî bûye. Biryar wesa ye ku di nav du mehên bê de, hemî hêzên Amerîkayî ji deverên mayî jî vekişînin.
Berpirsên Amerîkayê dibêjin ku, ev biryara birêvebiriya Donald Trump piştî guhertinên mezin ên navxweya Sûriyeyê tê. Piştî ku rejîma Beşar Esed ji aliyê Ehmed Şera ve di dawiya sala 2024ê de hat hilweşandin, rewş hat guhertin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi Şamê re peymaneka aştiyê îmze kir û qebûl kir ku tevlî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê bibin.
Tevî biryara vekişînê, di nav hin berpirsên Amerîkayî û navneteweyî de nîgeraniyeka mezin heye. Tirs heye ku valakirina Sûriyeyê bibe sedema serhildana DAIŞê an jî şkandina peymana di navbera Şam û Kurdan de. Herwesa raport amajeyê didin ku kesên tundrê û alîgirên El Qaîde û DAIŞê di nav artêşa nû ya Sûriyeyê de hene, vê yekê jî xeter li ser leşkerên Amerîkayî çê kiribû; Bi taybetî piştî ku du leşker û wergêrekê Amerîkayî ji aliyê endamekê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ve di meha Berçileyê de hatin kuştin.
Berpirsên Waşintonê tekez jî kir ku, vê vekişînê tu eleqe bi amadekariyên Amerîkayê ji bo êrîşeka muhtemel li ser Îranê re nîne. Amerîkayê niha hêzeka mezin a deryayî û asmanî li deverê kom kiriye, wekî keştiya balafirhilgir a Gerald Fordê, wekî amadekariyek ji bo îhtîmala têkçûna danûstandinên atomî bi Tehranê re.
Ev ne cara yekê ye ku Trump biryara vekişînê ji Sûriyeyê dide. Wî di sala 2018ê de jî eynî biryarê da, ku bû sedem ku Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê yê wê demê James Mattis destan ji karê xwe berde. Lê paşê hin ji hêzan man da ku zeviyên petrolê biparêzin. Niha wesa xuya dike ku Waşinton rûpela hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê digire, lê pirsyara mezin ev e: Gelo hikûmeta nû ya Sûriyeyê dikare tenahiyê biparêze, an dever dê dîsa bikeve destê komên tundrê?