Ced’an Elî: Serok Barzanî deriyên dîplomasiya cîhanê li ber Kurdên Sûriyeyê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Endamê Nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Ced’an Elî ragihand, di her demên dijwar de Serok Mesûd Barzanî piştevanê herî mezin ê doza Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bûye û deriyên dîplomasiya navdewletî li ber Kurdan vekiriye.

Ced’an Elî îro 19ê Sibatê ji Kurdistan24ê re, rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û rola Serok Barzanî di çareserkirina krîza Sûriyeyê de nirxand. Elî bal kişand ser wê yekê ku ji destpêka aloziyên Sûriyeyê ve heta îro, Serok Barzanî bi her awayî hewl daye ku Kurdên Sûriyeyê ji karesatan biparêze.

Ced’an Elî diyar kir, di qada navdewletî de giranî û pêwendiyên Serok Barzanî roleke sereke di gihandina dengê Kurdên Sûriyeyê de hebûye û got: "Serok Barzanî mîna çavdêr û piştgirekî, her demê deriyên dîplomasiyê yên cîhanê li ber Kurdan vekirin. Herwiha Serok Barzanî û serkirdeyên Herêma Kurdistanê her dem berjewendiyên Kurdên Sûriyeyê parastine û hewl daye ku aliyên cuda yên Kurdî bigihîne hev."

Rexne li bîrokeya "Neteweya Demokratîk"

Nûnerê ENKSê di axaftina xwe de rexne li rêveberiya niha ya Rojavayê Kurdistanê girt û destnîşan kir ku di bin navê dirûşmên mîna "Biratiya Gelan" û "Neteweya Demokratîk" de, doza taybet a Kurdî hatibû paşguhkirin. 

Herwiha Ced’an Elî got jî: "Niha li pêş vê rêveberiyê tişt nemaye, ji bilî ku vegerin ser doza Kurdî û divê bibînin ku ti çareserî ji derveyî 'Doza Kurdî' nîne. Divê Kurd li ser axa xwe wekî pêkhateyeke sereke û xwedî mafên destûrî werin qebûlkirin."

"Lêşkerê Roj zarokên vê xakê ne"

Derbarê vegera hêzên Lêşkerê Roj (Pêşmergeyên Rojava) bo ser axa xwe, Ced’an Elî tekez kir ku ev hêz ji kurên herêmê pêk tê û amade ne ji bo parastina axa xwe. Herwiha diyar kir ku biryara vegera wan her çend bi hevsengiyên navdewletî û danûstandinên ligel Şamê ve girêdayî be jî, lê daxwaza wan a herî mezin ew e ku di nava pergala bervaniyê ya herêmê de cîh bigirin.

Mafên Kurdan di Destûra Nû de

Di dawiya axaftina xwe de, Ced’an Elî bal kişand ser qonaxa nivîsandina destûreke nû ji bo Sûriyeyê û got: "Armanca me ya sereke ew e ku di Sûriyeya nû de, mafên Kurdan bi awayekî yasayî û destûrî werin çespandin. Divê em bi yekrêzî li ser vê armancê bisekinin, da ku keda miletê me ya bi salan winda nebe."