Li Qamişlo malbatên şervanên HSDê yên winda dipirsin: Kurên me li kû ne?!

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, bi dehan malbatên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ber avahiya Neteweyên Yekgirtî (NY) xwepêşandanek li dar xistin. Malbat daxwaza aşkerekirina çarenivîsa kurên xwe dikin ên ku di şerên dawî li gel hêzên hikûmeta Sûriyeyê de, dîl ketine yan jî winda bûne.

Xwepêşanderan bi hildana wêne û pankartan bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kirin ku fişarê li hikûmeta Şamê bikin, daku girtî û dîlan azad bike. Her wiha malbat ji bo kêm agahî û bêdengiya berpirsan jî bi gazinc in.

"Kî dê bersiva me bide?"

Dayikeke ku di xwepêşandanê de bal kişand ser kurê xwe yê ku li herêma Dêr Hafirê winda bûye û got: "We kurê min ji bo çi bir nava Ereban? Li Dêr Hafirê çi dikir? Kî dê bersiva min bide? Ez ti tiştî naxwazim, ez tenê kurê xwe dixwazim. Gelo niha mirî ye yan zindî ye?" 

Çarenivîsa bi sedan şervanan nenas e

Piştî êrîşên dawî yên artêşa Sûriyeyê bo ser xalên HSDê li gundewarên Heleb, Reqa û Dêrezorê, alozî di navbera her du aliyan de zêde bûn. Li gorî agahiyan, bi sedan şervanên HSDê di van rûdanan de ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine girtin yan jî di dema vekişînê de winda bûne.

Malbatên girtiyan tekez dikin, heta hemû dîl neyên berdan û çarenivîsa windahiyan neyê eşkere kirin, ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Ew daxwaz ji fermandariya HSDê jî dikin ku bi awayekî cidîtir li ser vê dosyayê bixebite û malbatan agahdar bike.