Hikûmeta Iraqê biryareke girêdayî Herêma Kurdistanê hilweşand
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Balafirvaniya Sivîl a Iraqê nivîsara qedexekirina hawirdekirina zêr û amûrên elektronîkî li balafirxaneyên Hewlêrê û Silêmaniyê hilweşand.
Li gorî şopandina Kurdistan24ê, Desteya Balafirvaniya Sivîl a Iraqê nivîsara qedexekirina hawirdekirina zêr û amûrên elektronîkî li balafirxaneyên Hewlêrê û Silêmaniyê hilweşand.
Her li gorî zanyaran, ew nivîsar, ku pêştir Desteya Balafirvaniya Sivîl a Iraqê pêşkêşî şîrketên balafirvaniyê kiribû, niha hatiye hilweşandin û gihîştiye balafirxaneyên Hewlêrê û Silêmaniyê û kar pê tê kirin.
Pêştir Desteya Balafirvaniya Sivîl a Iraqê di nivîsarekê de daxwaza vekirina nivîsîngeha pişkinînê ya navendî ji bo pîver û kontrola kalitiyê ya federal, mîna balafirxaneyên din ên Iraqê, li balafirxaneyên navneteweyî yên Hewlêrê û Silêmaniyê jî bê vekirin, û berevajî hawirdekirina zêr û amûrên elektronîkî li wan her du balafirxaneyan bê qedexekirin.