Ayşegul Dogan: Peyama Ocalan destpêka qonaxeke nû ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî belavkirina peyama nû ya Abdullah Ocalan, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan ragihand, PKK’ê pêngava yekem a stratejîk avêtiye û niha dora dewletê ye ku gavên yasayî û pratîkî biavêje.

Ayşegul Dogan îro 27ê Sibatê ji Kurdistan24ê re aşkere kir, banga Ocalan ji bo çareserkirina pirsa Kurd derfeteke mezin e. Dogan got: "Em li benda gavên yasayî ne, daku pêvajoya aştiyê biser bikeve. Divê rayedarên Tirkiyeyê berpirsyariya xwe bicih bînin. Ev bang ne tenê ji bo me, lê ji bo hemû civaka Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn gelekî girîng e."

Berdevka DEM Partiyê destnîşan kir, biryarên PKK’ê yên ji bo çekdanîn û hilweşandina rêxistinê ne taktîkî, lê stratejîk in. Herwiha got: "PKK’ê pêngava yekem avêt û çek danîn. Niha pêngava duyem dest pê dike ku ew jî erkê dewletê ye. Divê ev mijar ne tenê di medyayê de were axaftin, lê divê Wezareta Dadê bi gavên pratîkî rê li ber aştiyê veke. Her wiha divê ji bo kesên çek danîne rêkarên yasayî werin amadekirin, daku bi azadî vegerin welatê xwe."

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di peyama xwe ya salvegera 27ê Sibatê de bal kişand ser dîroka hevpar a her du gelan û got: "Tirk bêyî Kurd, Kurd jî bêyî Tirk nabin. Ev diyalektîka peywendiyê xwedî karakterekî resen û dîrokî ye. Divê em ji qonaxa neyînî derbasî qonaxa erênî ya avakirinê bibin."

Ocalan di peyama xwe de banga stratejiyeke nû ya siyasetê kir û diyar kir ku armanca wan bi dawîanîna li siyaseta tundûtûjiyê ye. Ocalan tekez kir, divê civaka demokratîk û serweriya qanûnê bibe bingeha jiyana nû.

Abdullah Ocalan di beşeke din a peyama xwe de nêrîna xwe ya li ser sîstema hemwelatîbûnê wiha anî ziman: "Hemwelatîbûn divê li ser bingeha peywendiya bi dewletê re be, ne li ser bingeha neteweyekê. Em berevaniyê li hemwelatîbûneke azad dikin ku azadiya ol, netewe û ramanê dixe pêşiyê. Çawa ku ol û ziman nayên ferzkirin, divê netewebûn jî neyê ferzkirin."