Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fidan rewşa deverê nîqaş kir

Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fidan
Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fidan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê li ser pêşketinên dawiyê yên deverê axivîn.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan îro (Sêşem, 3ê Adara 2026ê) bi rêya telefonê peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Ajansa Anadoluyê ya nûçeyan ragihand ku, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bi Serokê Herêma Kurdistanê re pêşketinên dawiyê û rewşa hestyar a deverê nîqaş kirine.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.