Nêçîrvan Barzanî û Macron rewşa deverê nîqaş kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi rêya telefonê bi Serokê Fransayê re axivî, û her du aliyan li ser pêşketinên dawiyê û rewşa deverê nîqaş kirin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro (Sêşem, 3ê Adara 2026ê) danê êvarê bi rêya telefonê peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, di wê peywendiyê de pêşketinên dawiyê yên deverê hatin nîqaşkirin.
Herwesa her du aliyan ji ber zêdebûna şer û pevçûnan nîgeraniya xwe anî ziman û tekezli ser girîngiya parastina aştî û aramiyê kir.
Her di wê peywendiyê de, tekez l iser pêdivîtiya zêdekirina bizavên navneteweyî ji bo aramkirina rewşê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane û dîplomatîk hat kirin.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.